Perîzade

演唱:Mikail Aslan
Perîzade bi meş hatî, senoberbejn û bala ye,
Li ser çavê me xweş hatî, bi ehla û bi sehla ye.
Me destê toqeyê da hev û min dil xwest û gul da min,
Li min ronî dibû ew şev, bi şewqa dêm û xala ye.
Li min ew der dibû rewşen, li min şîn bûn gul û reyhen,
Şeker barî, bi guft û ken, ji abê lêvê lala ye.
Me noşî şerbeta lêvan, şeraba hunguv û sêvan,
Me jîn daye, bi dest Zînê cehenem şarê ala ye.
Di eşqê Ristemê Kurd im, cihangir im çi xweş merd im,
Li ber te bê çek û gurd im, Cegerxwîn destevala ye.

你可能喜欢